Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Îşaya 14:21 - Kurmanji Încîl

21 Ji ber neheqiya bav û kalên wî, Ji bo serjêkirina kurên Padîşahê Babîlê Cihekê ava bikin ku qet ranebin, Welat ji xwe re nekin milk Û rûyê erdê bi bajaran tije nekin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Îşaya 14:21
7 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Bi rêberiya wî ew li derdorê digerin Ku li seranserê dinyayê Her tiştê emir dike pêk bînin.


Tê li ber wan neçî ser çokan û xulamiya wan nekî. Çimkî ez, Xwedayê te Xudan, Xwedayekî xîretkêş im. Ez hesabê sûcên kesên ji min nefret dikin, ji zarokên wan, ji neviyên wan, ji nifşê sisêyan û çaran jî dipirsim.


Wê zarokên wan li ber çavê wan, Li erdê bixin û perçe bikin. Wê malên wan bêne talankirin Û wê li jinên wan bêne tecawizkirin.


Wê di rojên bê de Aqûb kok bide, Wê Îsraêl bûtik bide, kulîlk veke Û tevahiya dinyayê bi fêkiyan dagire.


Kesên ji we ku sax mane, çi ji ber sûcê xwe, çi jî, ji ber sûcê bav û kalên xwe, wê li welatê dijminên we birizin.


Bi vî awayî hemû xwîna bêsûc a ku li ser rûyê erdê hatiye rijandin, wê bikeve stûyê we: Ji xwîna Habîlê rast heta bi xwîna Zekeryayê Kurê Berexya yê ku we di navbera Perestgeh û gorîgehê de kuşt.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ