1 Çimkî wê Xudan li ber Aqûb bikeve. Wê cardin Îsraêl hilbijêre Û wan li ser axa wan bi cih bike. Wê xerîb bi wan re bibin yek Û bi Mala Aqûb ve bên girêdan.
Li her herêmê û li her bajarê ku gotin û fermana padîşah gihîştê, di nav Cihûyan de şahî û kêfxweşî peyda bû. Çawa ku cejn be, şahî hatin lidarxistin. Di nav gelên welêt de gelek kes bûn Cihû. Çimkî tirsa Cihûyan ketibû dilê wan.
Wê rojê wê li welatê Misrê pênc bajar hebin ku bi zimanê Kenanê dipeyivin. Wê ev bajar ji Xudanê Karîndar re sonda hevalbendiyê bixwin. Wê navê bajarekî ji wan bibe “Bajarê Tavê.”
Xudan wiha dibêje: “Wê keda Misrê, bazirganiya Kûşê Û Sevayiyên bejindirêj, Derbasî ba te bibe û bibe ya te. Wê ew zilam li pey te werin. Di nav zincîran re derbas bibin Û li ber te deverû herin erdê. Wê ji te re lava bikin û bêjin: ‘Xwedayê rast bi te re ye Û ji xeynî wî Xwedê tuneye.’”
“Ya Babîla keça xama! Dakeve xwarê û di nav tozê de rûne! Ya keça Kildaniyan! Textê te tuneye, li erdê rûne! Çimkî wê êdî ji te re ‘Nazik û nazdar’ nebêjin.
Lê Xudan got: “Ma jin dikare zarokê xwe Yê li ber şîr ji bîr bike? Gelo ma li ber kurê zikê xwe nakeve? Belkî ew jî, ji bîr bikin, Lê ezê te ji bîr nekim.
Lê Xudan wiha dibêje: “Wê dîlên destê mêrxas esse bên standin, Wê talanê zordar bê rizgarkirin. Kesê dijberiya te bike, ezê dijberiya wî bikim. Ezê zarokên te rizgar bikim.
Xudanê Rizgarkarê Îsraêl û Pîrozê wî ji kesê ku milet wî kêm û wekî tiştekî kirêt dibînin, ji koleyê serweran re wiha dibêje: “Ji ber Xudanê dilsoz, pîrozê Îsraêl ku tu hilbijartî, Wê padîşah te bibînin û rabin ser lingan, Wê serek li ber te deverû herin erdê.”
Bila kesê xerab dev ji riya xwe, Bila kesê neheq dev ji fikrên xwe berde. Bila ew li Xudan vegerin Ku ew li wan were rehmê. Bila ew li Xwedayê me vegerin, Çimkî wê bi zêdebarî bibexişîne.
Wê kurên zordarên te Werin û serê xwe li ber te bitewînin. Hemû kesên ku tu kêm dîtî, Wê xwe bavêjin ber lingên te Û wê ji te re bêjin: ‘Bajarê Xudan, Siyona ku ya Pîrozê Îsraêl e.’
Xudan dibêje: “Çawa ku Îsraêlî di taseke paqij de pêşkêşiyeke dexlê tînin Mala Xudan, wê ew jî, ji tevahiya miletan hemû birayên we, bi hespan, bi erebeyên hespan, bi erebeyên sergirtî, bi hêstiran, bi deveyan wekî pêşkêşiya ji bo min bînin çiyayê min ê pîroz Orşelîmê.”
Lê wê bibêjin: Bi navê Xudanê Jîndar ê ku Îsraêlî ji herêma bakur û hemû welatên ku wî ew lê belav kirin, anîn. Çimkî ezê wan vegerînim axa ku min dabû bav û kalên wan.’
Ezê bikim ku hûn min bibînin.” Ev e gotina Xudan. “Ezê we vegerînim firehiya we ya berê û ji nav hemû miletan û hemû derên ku min hûn derxistine, bicivînim.” Ev e gotina Xudan. “Ezê we dîsa bînim dera ku min hûn jê sirgûn kiribûn.”
“Careke din gazî bike û bêje: ‘Xudanê Karîndar wiha dibêje: Wê tiştên baş di nav bajarên min de belav bin. Wê Xudan dîsa Siyonê teselî bike. Wê dîsa Orşelîmê hilbijêre.’”
Ji rojhilat heta rojava wê navê min li nav miletan mezin be! Wê li her derî li ser navê min bixûr were pêxistin û diyariyên paqij werin pêşkêşkirin. Çimkî wê navê min li nav miletan mezin be!” Xudanê Karîndar dibêje.