Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Îşaya 13:4 - Kurmanji Încîl

4 Guhdar bin! Ji çiyayan dengekî pir zêde, Qelebalixeke mezin tê. Guhdar bin! Dengê heytehola padîşahiyan, Dengê miletên li ser hev kom dibin heye. Xudanê Karîndar artêşa xwe ji şer re amade dike.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Îşaya 13:4
23 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Heywax, xuşîna gelek miletan, Wekî xuşîna deryayê ye. Heywax, xumîna neteweyan Wekî xumîna avên boş e.


“Hûn tev bicivin û bibihîzin! Ma ji nav wan kî ev dan bihîstin? Kesê ku Xudan jê hez dike, Wê daxwaza wî li dijî Babîlê pêk bîne Û wê zendê wî li ser Kildaniyan be.


Xudan wê ji bo miletên dûr alekê biçikîne Ji bo ku ji binê dinyayê gazî wan bike, bifîkîne. Wê zûka, bi lez û bez werin.


Wê rojê wê li dijî wan wekî pêlên deryayê bikin xuşînî. Kesê li welêt binêre Wê tenê tarîtî û tengasiyê bibîne. Wê ronahî bi ewrên tarî bê nixamtin.


‘Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: Ezê çekên şer ên destê we ku we li dijî Padîşahê Babîlê û Kildaniyên li derveyî sûran dor li we pêçabûn bi kar anîn, li we bizivirînim û wan li nav vî bajarî bicivînim.


Çimkî wê gelek milet û padîşahên mezin wan ji xwe re bikin kole. Ezê li gorî kar û kirinên destê wan bergîdana wan bidim.”


Ezê bergîdana wan salan bidim Ku kuliyên pêşî, duyemîn, sêyemîn û çaremîn xwarin Ku min şandibûn ser we.


Qelebalix li ser qelebalixan li deşta dadbarkirinê ne. Li deşta dadbarkirinê Roja Xudan nêzîk bû.


Ji bo vê yekê belayên wê – Mirin, şîn û xela – wê di rojekê de bên Û ewê bi êgir bê şewitandin. Çimkî Xudan Xwedayê ku dîwana wê dike, hêzdar e.»


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ