Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Îşaya 13:21 - Kurmanji Încîl

21 Wê heywanên çolê li wir razên, Xaniyên wan bi çeqelan tije bibin. Wê kund wê derê ji xwe re bikin war, Nêrî li wê derê bi hev bileyizin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Îşaya 13:21
10 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

“Ezê Babîlê bikim mal û milkê kundan û ritamê. Ezê wê bi gezika helakirinê bimalim.” Ev e gotina Xudanê Karîndar.


Va ye welatê Kildaniyan! Ew gel êdî tuneye. Aşûrê ew ji heywanên çolê re hiştin. Aşûr bircên xwe ava kirin, Qesrên wan hilweşandin, Wê ew wêran kirin.


Te bajar kir şikêra keviran, Bajarê bisûr kir wêrane. Te qesra xerîban ji bajarbûnê deranî, Wê êdî tu caran neyê çêkirin.


Çimkî wê qesir bê berdan, Wê bajarê qelebalix bê terikandin. Wê serê gir û birca çavdêr, Her û her bibe şikeft, Şahiya kerên çolê Û çêreya keriyan.


“Loma wê heywanên çolê, Li wir bi çeqelan re rûnin. Wê pepûk li wê derê bijîn. Wê tu kes heta hetayê li wir rûnene Û nifş bi nifş li wê derê nejî.


bûm, kundê kor, qaqlîbaz, her cureyên şahbazan,


Ji ber vê yekê ez Mîxa, ezê bigirîm û şînê bikim, Ezê tazî û pêxwas bigerim. Ezê wekî çeqelan bizûrim Û wekî kundan şînê bikim.


Keriyên her cure heywanên miletan, Wê di nav wê de razên. Wê bûm û jîjo jî Şeva xwe li ser stûnên wî derbas bikin. Wê li pencereyan dengê wan bilind bibe Û xerabe bi ser şemîkan ve bên xwarê. Çimkî wê nexşên dîwarên ji dara sedrê bên standin.


Wî bi dengekî xurt gazî kir û got: «Hilweşiya! Babîla mezin hilweşiya! Bû cih û warê cinan Û nivana hemû ruhên nepak, Bû nivana hemû teyr û heywanên nepak û murdar.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ