4 Yan hûnê di nav êsîran de çok bidin, Yan jî hûnê di bin kuştiyan de bimînin. Lê dîsa jî wê hêrsa Xudan danekeve, Wê destê wî li dijî wan dirêjkirî bimîne.
Loma hêrsa Xudan li dijî gelê wî rabû. Wî destê xwe dirêj kir û li wan xist. Çiya lerizin û cendek wekî zibil, Di nav kuçeyan de man. Lê dîsa jî hêrsa Xudan daneket, Destê wî li dijî wan dirêjkirî ma.
Wê ji rojhilat Aramiyan, Ji rojava Filîstiyan rake ser piyan. Wê devê xwe vekin û Îsraêlê bixwin. Dîsa jî wê hêrsa Xudan danekeve, Destê wî li dijî wan dirêjkirî bimîne.
Loma wê Reb bi xortan şa nebe Û li ber sêwî û jinebiyan nekeve. Çimkî hemû xwedênenas û xerabkar in, Her dev ehmeqiyê dike. Dîsa jî wê hêrsa Xudan danekeve, Destê wî li dijî wan dirêjkirî bimîne.
Wê Minaşşe Efrayîm, Efrayîm jî Minaşşe bixwe. Wê herdu bavêjin ser Cihûdayê. Lê dîsa jî wê hêrsa Xudan danekeve, Wê destê wî li dijî wan dirêjkirî bimîne.
Gava ew ji te re bibêjin: ‘Em herin ku derê?’ ji wan re bibêje: ‘Xudan wiha dibêje: “‘Kesê ji bo mirinê ye, bila here mirinê. Kesê ji bo şûr e, bila here ber şûr. Kesê ji bo xelayê ye, bila here xelayê. Kesê ji bo êsîriyê ye, bila bibe êsîr.’”
Ezê bi hêrs berê xwe bidim we ku dijminên we, we têk bibin. Kesên ku ji we nefret dikin wê li ser serê we bibin serwer. Kesek li pey we nekeve jî hûnê birevin.