Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Îşaya 10:33 - Kurmanji Încîl

33 Va ye Reb Xudanê Karîndar, Wê çiqlan bibire ku bi dengekî tirsdar li erdê bikevin. Wê bejinbilind bên birîn û pozbilind nizim bibin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Îşaya 10:33
17 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Çimkî beriya çinîna tirî, Çaxê kulîlk jê weşiyan Û cûr bû tirî, Wê rezvan bi kêra xwe çiqlan bibire Û şivikan jêke û bajêve.


Lê wê daristan bi tevahî ji navê rabe Û bajar bi tevahî bê nizimkirin.


Ji ber dengê xirecirê gel reviyan, Gava tu rabûyî milet belav bûn.


Gava ew li mala îlahê xwe Nîsrox çû ser çokan, Adram-Melek û Sareserê kurên wî, rabûn ew bi şûran kuştin û reviyan herêma Araratê. Kurê wî Êsar-Haddon li cihê wî bû padîşah.


Wê mirov bên tewandin. Herkes nizim bibe. Çavên qureyan jî bên nizimkirin.


Ezê li dijî te xerabkaran amade bikim Ku çekê her yekî di destê wî de ye. Wê darên te yên sedrê yên bijare jêkin Û bavêjin nava êgir.


Ez Nebûxadnessar, ez ji Padîşahê Ezmanan re spasdar im. Ez pesnê wî didim û wî berz dikim. Çimkî hemû karên wî rastî û riyên wî dadperwerî ne. Ew dikare yên ku di riya quretiyê de dimeşin nizim bike.”


Lê min li ber wan Amorî tune kirin. Tevî ku bilindahiya wan bi qasî dara sedrê Û hêza wan wekî darmaziyê jî bûn, Min li jor fêkiyên wan, Li jêr koka wan ziwa kirin.


Xudan wiha dibêje: “Tevî ku ew hêzdar û zêde ne jî, Wê wekî hiriyê bên birîn, Wê derbas bibin û nemînin. Ya gelê min! Min tu nizim kiribe jî, Ezê careke din te nizim nekim.


Çimkî her kesê ku xwe bilind bike, wê bê nizimkirin û her kesê ku xwe nizim bigire, wê bê bilindkirin.»


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ