26 Çawa ku wî Mîdyanî li Zinarê Orêvê têk birin, wê Xudanê Karîndar qemçî li dijî wan rake. Wê gopalê wî li ser deryayê be û wekî wî li Misrê kir, wê li dijî wan jî rake.
Loma Reb Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Ya gelê min ê li Siyonê rûdine! Ji Aşûriyan netirse ku wekî Misriyan bi gopalan li te xistibûn û bi daran li dijî te rabûbûn.
Wê Xudan dengê xwe yê biheybet bide bihîstin. Bi hêrsa rabûyî, bi pêta agirê ku dixwe û tune dike, Bi qelişîna ezmanan, bi tavî û bi zîpikê, Zendê xwe nîşan bide.
Te milet zêde kir, Tê şahiya wan jî mezin bikî. Di dema palehiyê de şahî çawa be, Di dema parvekirina talên de çoşbûn çawa be, Wê li pêş te jî wisa şa bibin.
Milet hêrs bûn, lê xezeba te hat; Wext hat, ku dîwana miriyan bê kirin. Wextê dayîna xelata xulamên te yên pêxember Û yên pîroz, biçûk û mezin, yên ku ji te ditirsin hat. Û wextê xerakirina yên ku dinyayê xera dikin hat.»
Şûrekî tûj ji devê wî derdikeve, da ku li miletan bixe û ew bi xwe wê bi gopalê hesin serweriyê li wan bike. Ew bi xwe wê mahsera şeraba xezeba Xwedayê karîndarê her tiştî ya dijwar biguvêşe.
Wan du serekên Mîdyaniyan dîl girtin; Orêv û Zeêv. Gava wan dida pey Mîdyaniyan, wan Orêv li Zinarê Orêv, Zeêv jî li mehsereya Zeêv kuşt. Wan serên Orêv û Zeêv li rojhilatê Çemê Şerîayê anîn ba Gîdyon.