24 Loma Reb Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Ya gelê min ê li Siyonê rûdine! Ji Aşûriyan netirse ku wekî Misriyan bi gopalan li te xistibûn û bi daran li dijî te rabûbûn.
Misrî bi hemû hespên Firewn, bi erebeyên şer, bi siwar û bi artêşa xwe li pey wan ketin û li kêleka deryayê, li nêzîkî Pî-Hahîrotê, li hemberî Baal-Sefonê, dema wan kon vedida, gihîştin wan.
Serkarên suxrevanan ku Firewn danîbûn ser wan li karmendên gelê Îsraêl xist û ji wan re got: “We çima duh û îro, wekî berê kelpîçên ji we dihatin xwestin çênekirin?”
peyva ku Xudan li dijî Sanhêrîvê Padîşahê Aşûrê dibêje ev e: “‘Ya Sanhêrîv, Siyona keça xama te kêm dibîne, Henekê xwe bi te dike. Keça Orşelîmê bi tinazan Di pey te re serê xwe dihejîne.
Xudanê Afirînerê te ezmanan tikandiye Û bingeha dinyayê daniye, te ji bîr kir. Her roj, erê hergav Tu ji ber xezeba zordar ditirsî Ku ji bo wêrankirinê xwe amade dike ditirsî. Lê ka xezeba zordar li ku ye?
Alîkariya şîndarên Siyonê bikim Di şûna xweliyê de, tacê deynim serê wan, Di şûna şînê de, rûnê şahiyê bidim wan Û di şûna ruhgiraniyê de, cilê pesindanê bidim wan. Wê ji wan re darberûyên rastiyê bê gotin, Şaxên ku Xudan danîne Ku berziya wî nîşan bidin.
Jê re bêje: ‘Hay ji xwe hebe, aram be û ji van herdu perçeyên êzingên nîvşewitî, ji hêrsa dijwar a Resînê Padîşahê Aramê û kurê Remalya netirse. Bila dilê te wêrek be.