13 Çimkî wî got: “Min her tiştî bi hêza destê xwe Û şehrezayiya xwe kir. Çimkî ez fêmdar im. Min sînorên miletan rakirin, Min xezîneyên wan şelandin Û min bi mêrxasî padîşah ji ser têxt xistin.
Di rojên Peqahê Padîşahê Îsraêlê de, Tîglat-Pîleserê Padîşahê Aşûrê hat û bajarên Îyonê, Avêl-Bêtmaexayê, Yanoahê, Qedeşê, Hasorê û herêmên Gîladê, Celîleyê û seranserê diyarê Nefteliyê desteser kir û ew sirgûnê Aşûrê kirin.
Padîşahê Aşûrê, ji Babîl, Kûta, Ewa, Hama û Sefarwayîmê mirov anîn û ew li cihê Îsraêliyan, li Sameryayê û bajarên derdora wê bi cih kirin. Wan Samerya kir milkê xwe û li bajarên wê rûniştin.
Di neh saliya padîşahiya Hoşêya de Padîşahê Aşûrê Samerya stand û gelê Îsraêl sirgûnê Aşûrê kir. Wî ew li Halahê, li Gozana li ber keviya Çemê Xabûrê û li bajarên Medan da bicihkirin.
Paşê ezê bêm û we bînim welatekî nû yê wek welatê we ku hûnê nemirin û sax bimînin. Ew welat, welatekî şerab û dexil e, welatê nan û rez, zeyt û hingivê ye. Guhdariya Hîzqiya nekin ku dibêje wê Xudan me rizgar bike. Bila we nexapîne.
Loma Xwedayê Îsraêl ruhê Pûlê Padîşahê Aşûrê ango Tîglat-Pîleserê Aşûrî hişyar kir. Wî Gadî, Rûbênî û nîveşîra Minaşşe sirgûn kirin. Wî ew ber bi Halahê, Havûrê, Harayê û Çemê Gozanê ve ajotin. Heta niha jî li wir in.
Padîşahê min, bila şîreta min ji bo te xweş be: Bi kirinên rast, gunehên xwe û bi alîkariya ketiyan, xerabiyên xwe bişikêne û dev ji wan berde. Bi vî awayî belkî rihetiya te bê dirêjkirin.”
“Ma wê hemû miletên bindest wî biçûk nebînin, Tinazên xwe pê nekin û nebêjin: ‘Wey li wî, tiştê ne yê wî ye desteser dike! Heta kengê tê xwe bi standina xeracê dewlemend bikî?’
Xudan ji Gîdyon re got: “Li ba te gelek kes hene, ez Mîdyanê nadim destê wan. Bi vî awayî gelê Îsraêl dikare pesnê xwe bide û bêje: ‘Me xwe bi hêza destê xwe rizgar kir.’