18 Xudan dibêje: “Niha werin em li doza xwe binêrin. Gunehên we bi xwînê sor jî bûbin, Wê wekî berfê spî bibin. Bûbin wekî qirmizê sor jî, Wê wekî hiriyê spî bibin.
Bila kesê xerab dev ji riya xwe, Bila kesê neheq dev ji fikrên xwe berde. Bila ew li Xudan vegerin Ku ew li wan were rehmê. Bila ew li Xwedayê me vegerin, Çimkî wê bi zêdebarî bibexişîne.
Û çaxê ew li ser rastdariyê, li ser xwegirtinê û li ser dîwana ku wê bê peyivî, Felîks tirsiya û got: «Tu niha here, çaxê ez demeke xweşkeys bibînim, ezê gazî te bikim.»
Min ji wî re got: «Ezbenî, tu dizanî.» Hingê wî ji min re got: «Evên ha ew in ku ji wê tengahiya mezin hatine, xiftanên xwe şuştine û bi xwîna Berx spî kirine.