Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Îbranî 8:9 - Kurmanji Încîl

9 Ne wek wê peymana ku min Bi bav û kalên wan re girêda, Peymana wê roja ku min destê wan girt, Ku ez wan ji diyarê Misrê derînim.› Xudan dibêje: ‹Çimkî ew di peymana min de neman, Min jî ji bo wan xem nexwar.›

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

9 lê ne mîna wê peymana ku Min tʼevî kal-bavêd wan girêda, wê rʼoja ku Min destê wan girt, wekî ji Misirê derxim. Ewana nava peymana Minda neman, Min jî destê Xwe ji wan kʼişand, Xudan dibêje.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

9 ле нә мина ԝе пәймана кӧ Мьн тʼәви кал-бавед ԝан гьреда, ԝе рʼожа кӧ Мьн дәсте ԝан гьрт, ԝәки жь Мьсьре дәрхьм. Әԝана нава пәймана Мьнда нәман, Мьн жи дәсте Хԝә жь ԝан кʼьшанд, Хӧдан дьбежә.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 نه بینا وه عَهدا گو مِن گَل اَجداده وان گِردا، اَو رُژا گو مِن دَسته واندا گِرت گو وان ژه وَلاته مصره بینمَ دَروَ. خاده دِبِژیت، چون گو اَو بُ عَهدا مِن وفادار نَمان، بَجا، مِن رویه خو ژه وان زُوِراند.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Îbranî 8:9
44 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ew hê dudilî bû, mirovan bi destê wî, bi destê jina wî û bi destê herdu keçên wî girtin û derxistin derveyî bajêr. Çimkî Xudan li wan hat rehmê.


“Nexwe Xwedê kesê kamil ji xwe navêje Û bi destê kesên xerabiyê dikin nagire.


Wî gelê xwe bi şahî, Bijartiyên xwe, bi stranên şahiyê ji welat deranî.


Te bi destê Mûsa û Harûn Gelê xwe wek keriyekî ajot.


Wek bav û kalên xwe şûn ve vedigerîn, bêbextî dikirin, Wek kevanek xapînok xwar diçûn.


Ew zû ji riya min li wan emir kir averê bûn. Wan ji bo xwe golikekî rijandî çêkir, perizînê û jê re qurban dan. Wan got: ‘Ya gelê Îsraêl, îlahê te yê ku tu ji welatê Misrê deranî ev e.’”


Xudan got: “Niha ez peymanekê çêdikim. Ezê li pêş tevahiya gelê te karên nedîtî bikim ku li tevahiya dinyayê û di nav miletên din de karên wiha nehatibin kirin. Hemû gelê ku tu di nav de dijî wê karên Xudan bibîne. Çimkî karê ku ezê bi te re bikim gelek biheybet e.


Ev kî ye ji çolê tê? Ev kî ye xwe spartiye evîndarê xwe? Min li bin dara sêvê tu hişyar kirî, Li wir diya te êşa te kişand, Li wir jina ku te anî dinyayê êş kişand.


Wê keriyê xwe wekî şivanekî biçêrîne, Bi zendê xwe berxan bide hev. Di hembêza xwe de hilgire Û miyên bi berx hêdî hêdî bajo.


Çimkî ez, Xwedayê te Xudan, Bi destê te yê rastê digirim. Yê ku ji te re dibêje: ‘Netirse, ezê ji te re bibim alîkar’ ez im.


Di nav hemû kurên ku Orşelîm aniye dinyayê de, Kesê rê nîşanî wê bide tuneye. Di nav hemû kurên ku wê mezin kiriye de, Kesê bi destê wê bigire tuneye.


Di tevahiya tengasiya wan de ew aciz bû. Milyaketê ku ji hizûra wî hat ew rizgar kirin. Erê, Xudan bi hezkirin û rehma xwe ew rizgar kirin, Ew hildan û di hemû rojên borî de ew hilgirtin.


Wê ev peyman, ne wekî wê peymanê be Ku min bi bav û kalên wan re çêkir. Gava min bi destê wan girt û ji welatê Misrê deranî, Tevî ku ez mêrê wan jî bûm, wan peymana min xera kir.” Ev e gotina Xudan.


Xudan bi xwe ew belav kirin, Wê êdî li wan nenêre. Wan kahin nehesibandin Û li ber kalan neketin.


Hûn ji min re Pêşkêşiyên xwe yên dexlê û şewitandinê bînin jî, Ezê qebûl nekim. Dermalekiriyên we yên pêşkêşiyên aştiyê, Ezê lê nenêrim.


Hûn tiştekî din jî dikin: Hûn gorîgeha Xudan bi hêsiran, bi girîn û nalînan tije dikin. Çimkî êdî Xudan diyariyên we nabîne. Ew ji tiştên destê we ne razî ye.


Wî jî bi destê mirovê kor girt û ew derxist derveyî gund. Çaxê çavên wî bi tifa xwe şil kirin û destên xwe danîn ser wî, pirsî: «Ma tu tiştekî dibînî?»


Va ye, destê Xudan li hember te ye, tê kor bibî û tu ji bo demekê tavê nabînî.» Di cih de mij û tarî bi ser wî de hat, veşewişî, li yekî geriya ku bi destê wî bigire.


Wî ew ji wir derxistin. Li Misrê, li Deryaya Sor û çil salan li çolê wî nîşan û karên mezin kirin.


Şawûl ji erdê rabû, lê gava wî çavên xwe vekirin, wî tiştek nedît. Bi destê wî girtin û ew anîn Şamê.


Di vê yekê de mînak heye: Ev herdu jin du peyman in. Yek ji wan peymanan ji Çiyayê Sînayê ye û ji bo koletiyê zarokan tîne; ew Hacer e.


Ji xeynî peymana Xudan ku li Horêvê bi gelê Îsraêl re çêkiribû, gotinên peymana wî li welatê Moavê li Mûsa emir kiribû ev in:


ku hûn bikevin peymana Xwedayê xwe Xudan ku bi sondê bi we re dike.


“Wê bersiv wiha be: ‘Wan peymana Xwedayê bav û kalên xwe Xudan xera kir ku dema wî ew ji welatê Misrê deranîn bi wan re çêkiribû.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ