Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Îbranî 8:5 - Kurmanji Încîl

5 Evên ha di vê Perestgehê de xizmetê dikin a ku sûret û siya ya ezmanî ye. Çimkî gava ku Mûsa li ber çêkirina konê perizînê bû, ji aliyê Xwedê ve weha hat hişyarkirin: «Binêre ku tê her tiştî li gor mestereya ku li çiyê ji te re hatiye nîşandan çêkî.»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

5 Evana xizmetkʼarîya xwe pîrozgehêda dikin, ya ku mîna sî û sûretê wan tiştêd li eʼzmên e. Çawa Mûsarʼa hate eʼmirkirinê, gava ewî wê Konê Şeʼdetîyê vegirta, wîrʼa hate gotinê: «Dîna xwe bidê, ku her tiştî wî cûrʼeyî bikî, çawa serê çʼîyê min nîşanî te kir».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

5 Әвана хьзмәткʼарийа хԝә пирозгәһеда дькьн, йа кӧ мина си у сурәте ԝан тьштед ль әʼзмен ә. Чаԝа Мусарʼа һатә әʼмьркьрьне, гава әԝи ԝе Коне Шәʼдәтийе вәгьрта, ԝирʼа һатә готьне: «Дина хԝә бьде, кӧ һәр тьшти ԝи щурʼәйи бьки, чаԝа сәре чʼийе мьн нишани тә кьр».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

5 اَو بُ سیبَر و نمونا دِشده اَسمانی خِذمَته دِگَن. چون وقته گو موسی پِیغَمبَر دِخاست وه خیبَته چه گَت، خدا بُ وی اَمِر گِر و گُت: «هیشیار بَ گو همو دِشدی گورَیَگی وه نمونا گو چییادا بُ تَ هاتَ نیشان دایین چه گَی.»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Îbranî 8:5
18 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Wî mînaka hemû tiştên di dilê xwe de da wî: Hewşên Mala Xudan, hemû odeyên derdorê, xezîneyên Mala Xwedê û xezîneyên xelatên hatine bexişandin,


Dawid got: “Tevahiya van tiştan, tevahiya van karên vê pîlansaziyê, ji aliyê Xudan, bi riya nivîsê ji min re hat ragihandin.”


Binêre û her tiştî li gorî mînaka li çiyê ji te re hat nîşandan çêke.”


Hûnê li gorî wê mînaka ku ezê nîşanî te bidim, mesken û taximên wî çêkin.


“Li gorî pergala ku li serê çiyê bi te hat nîşandan, tê meskên ava bikî.


Tê gorîgehê ji textikan çêkî ku hundirê wê vala be. Wê bi awayê ku li çiyê nîşanê te dan, bê çêkirin.


Îcar şamdank wiha hatibû çêkirin: Ji lingan heta nexşên kulîlkan zêr bûn ku bi çakûçê hatibûn kutandin. Şamdank li gorî mînaka ku Xudan ji Mûsa re şandibû hate çêkirin.


Piştî ku di xewna xwe de hatin tembîhkirin, da ku venegerin ba Hêrodês, ew di riyeke din re çûn welatê xwe.


«Li çolê Konê Şahidiyê yê bav û kalên me hebû. Mûsa ew, wek yê ku pê re peyivîbû û emir kiribû, li gor wê mestereya ku dîtibû, çêkir.


Evên ha siya wan tiştên ku wê bên in, lê ya rast Mesîh e.


Şerîet ne xuyabûna rastîn a tiştên qenc ên ku wê bên, lê bi tenê siya wan e. Ji ber vê yekê Şerîet tu caran nikare bi wan eynî goriyên ku hergav sal bi sal tên pêşkêşkirin, wan ên ku nêzîk dibin, bigihîne bêkêmahîtiyê.


Bi baweriyê, Nûh, gava ew li ser tiştên ku hê nedihatin dîtin ji aliyê Xwedê ve hat hişyarkirin, bi tirsa Xwedê ji bo xilasiya mala xwe gemiyek çêkir. Bi vê baweriyê wî dinya sûcdar derxist û bû wêrisê wê rastdariya ku ji baweriyê tê.


Hay ji xwe hebin û yê ku dipeyive red nekin. Ew ên ku dengê wî yê ku ew li ser erdê hişyar kirin, red kirin, xilas nebûn. Îcar, eger em berê xwe ji wî yê ku ji ezmanan dibêje badin, em hê bêtir nikarin xilas bibin.


Gorîgeheke me heye ku yên di kon de xizmetê dikin, desthilatiya wan tune ku jê bixwin.


Ev ji bo dema niha mînakek e. Diyarî û goriyên ku tên pêşkêşkirin, nikarin wijdana mirovê ku diperize paqij bikin.


Herwiha me di dilê xwe got ku heke sibê ji me re yan ji zarokên me re tiştekî wiha bêjin, emê jî bêjin: ‘Li mînaka gorîgeha ku bav û kalên me ji Xudan re çêkiriye binêrin. Ev ne ji bo qurbanên şewitandinê yan jî qurbanên din e. Lê di navbera me û we de şahidiyek e.’


Piştî van tiştan min dît ku li ezmên Perestgeh, yanî Konê Şahidiyê vebû.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ