Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Îbranî 12:26 - Kurmanji Încîl

26 Hingê dengê wî erd hejand, lê belê niha soz daye û gotiye: «Êdî careke din, ezê ne tenê erdê, lê ezmên jî vehejînim.»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

26 Dengê Wî hingê eʼrd hʼejand, lê niha soz daye û dibêje: «Ezê careke din jî bihʼejînim, ne ku tʼenê eʼrdê, lê eʼzmana jî».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

26 Дәнге Ԝи һьнге әʼрд һʼәжанд, ле ньһа соз дайә у дьбежә: «Әзе щарәкә дьн жи бьһʼәжиньм, нә кӧ тʼәне әʼрде, ле әʼзмана жи».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

26 وه زَمانی دا، دَنگا وی عَرد هَژاند، بله اَوی نَهَ وَعدَ دایَ گو، «اَزه جارَگَ دی نه تِنه عَردی، بَلگو اَسمانا ژی بِهَژینِم.»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Îbranî 12:26
12 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ji her dera Çiyayê Sînayê dû bilind dibû, çimkî Xudan di nav êgir de daketibû serê çiyê. Wekî dûyê ji êtûnekê rabe, ji serê çiyê dû bilind dibû û hemû çiya dilerizî.


Ezê ezmanan bihejînim, Wê dinya jî, ji cihê xwe bileqe, Di xezeba Xudanê Karîndar de, Di roja hêrsa min a dijwar de.


Çaxê Xudan rabe dinyayê bitirsîne, Wê mirov ji ber tirs û xofa Xudan, Ji ber rewnaqiya wî, Bikevin şikeftên zinaran û qulên axê.


Gotina Xudan ev e: “Erd û ezmanên nû yên ku ezê biafirînim li ber min çawa bisekinin, wê ziriyet û navê we jî wisa bisekine.”


Wê Xudan ji Siyonê bike himîn. Wê dengê wî ji Orşelîmê gazî bike Û erd û ezman bihejin. Lê wê Xudan ji bo gelê xwe, sitargeh, Ji bo Îsraêliyan bibe keleh.


Bi dîtina te çiya hejiyan, Lehî rabûn û her tişt dan ber xwe. Kûrahiya deryayê kir xuşîn, Pêl bilind bûn.


“Ji Zerûbbabîlê Waliyê Cihûdayê re bêje: ‘Ezê erd û ezmanan bihejînim.


Ezê textên padîşahiyan birûxînim û hêza padîşahiyên miletên din tune bikim. Ezê erebeyên şer û siwarên wan serobino bikim. Hesp û siwarên wan jî wê bikevin. Wê tevahiya wan bi şûrê birayên wan bên kuştin.’”


Bi gotina: «Careke din» jiholêrakirina tiştên ku vedihejin, yanî tiştên ku hatine afirandin, tê eşkerekirin; da ku tiştên ku venahejin mayîndar bin.


“Ya Xudan, gava tu ji Seîrê derketî, Çaxê di axa Edomê re meşiyayî, Erd hejiya, ezmanan av rijand. Erê, ewran baran barand.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ