Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Îbranî 12:18 - Kurmanji Încîl

18 Hûn nêzîkî wî çiyayê ku tê destdan û dişewite, bi mij, bi taristanî û bi bahoz e, nebûn;

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

18 Hûn mîna cimeʼta Îsraêlê nêzîkî wî çʼîyayê ber çʼeʼva nebûne, yê ku agir pêkʼetibû, bi teʼrîstanîyê, mij-dûmanê û bobelîskêva girtî bû,

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

18 Һун мина щьмәʼта Исраеле незики ԝи чʼийайе бәр чʼәʼва нәбунә, йе кӧ агьр пекʼәтьбу, бь тәʼристанийе, мьж-думане у бобәлискева гьрти бу,

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 چون گو اون نَهاتنَ نِیزوکی چییایَگه گو مِرُو بِگاریت دَسته خو له دَت، چییایَگه گو بِ آگِری دِشَوِتِت، نه بِ تاریتی و مِژ و باکرُفه

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Îbranî 12:18
11 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Gava tevahiya gel şahidiya dûyê serê çiyê, dengê boriyan, gurmîn û şirqîna brûskan kir, tirsiya û dûr sekinî.


Rewnaqiya rûmeta Xudan li serê çiyê di çavê gelê Îsraêl de wekî agirekî xuya dikir ku dixwe û tune dike.


Çimkî guneh wê li ser we hukumdariyê neke. Ji ber ku hûn ne di bin Şerîetê de, lê belê hûn di bin keremê de ne.


Çimkî we ruhê xulamtiyê yê ku careke din we dibe tirsê nestand, lê belê we ruhê kurîtiyê stand. Û em bi vî Ruhî «Abba – Bavo!» gazî dikin.


Û eger xizmeta ku mirin aniye, yanî Şerîeta ku bi herfan li ser ferşan hatiye kolan bi rûmet hatibe – wisa ku zaryên Îsraêl, ji ber biriqîna rûyê Mûsa ya ku dibihûrî, nikaribûn bi baldarî li rûyê wî binêrîna –


Çimkî eger rûmeta xizmeta ku mirov sûcdar derdixe hebe, rûmeta xizmeta ku rastdariyê tîne qat bi qat zêdetir e.


“Hûn nêzîk bûn û li qûntara çiyê sekinîn. Çiya bi pêtên êgir ên ku digihîjin ezmanan, dişewitî û di nav ewrên tarî û taristanê de mabû.


Wê gavê ez di navbera we û Xudan de disekinîm ku gotina Xudan ji we re bêjim. Çimkî hûn ji êgir ditirsiyan û hilnedikişiyan çiyê. Xudan wiha got:


Çimkî Xwedê ne ruhê tirsonekiyê, lê belê Ruhê karîn, hezkirin û xwegirtinê daye me.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ