Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Îbranî 1:7 - Kurmanji Încîl

7 Ji bo milyaketan jî Xwedê dibêje: «Ew milyaketên xwe dike ba Û xizmetkarên xwe dike pêta êgir.»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

7 Lê bona milyakʼeta aha dibêje: «Ew milyakʼetêd Xwe dike ba û berdestîyêd Xwe alava êgir».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

7 Ле бона мьлйакʼәта аһа дьбежә: «Әԝ мьлйакʼәтед Хԝә дькә ба у бәрдәстийед Хԝә алава егьр».

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 اَو راستا میلیاکَتادا دِبِژیت: «اَو، میلیاکَتِت خو دِگَتَ با، و خِذمَتکارِت خو دِگَتَ گُریه آگِری.»

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Îbranî 1:7
10 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Piştî wî Adem qewitand û li aliyê rojhilatê Bexçeyê Êdenê, wî xerûb û şûrekî agiravêj ê bi her aliyî ve dizivire bi cih kirin ku parastina riya dara jiyanê biparêzin.


Mîxaya got: “Madem wisa ye guh bide gotina Xudan! Min Xudan dît. Ew li ser textê xwe rûniştiye û tevahiya artêşa ezmanan li çep û rasta wî bû.


Gava ew dimeşiyan û dipeyivîn, erebeyeke ji êgir û hespên agirîn xuya bûn û herduyan ji hev veqetandin. Êlyas bi bagerê re derket ezmanan.


Êlîşa lava kir û got: “Ya Xudan, lava dikim, çavên wî veke ku bibîne.” Gava Xudan çavên xulam vekirin, wî dît ku çiyayên derdora Êlîşa ji hespên agirî û erebeyên agirî tije bûye.


Tu bayê, ji xwe re dikî şandî, Tu agir û pêtê, ji xwe re dikî xizmetkar.


Li raserê wî Seraf disekinîn. Şeş baskên her yekî ji wan hebûn. Bi diduyan rûyê xwe dinixamtin, bi diduyan lingên xwe dinixamtin û bi diduyan difiriyan.


Li pêş wî çemekî ji êgir diherikî. Bi hezaran hezar, Jê re xizmet dikirin. Bi deh hezaran deh hezar, Li pêş wî disekinîn. Dadgeh danîn, Kitêb vebûn.


Milyaket got: “Ev çar ruhên ezmanan in ku ji cihê xizmeta Rebê tevahiya dinyayê derketine.


Ma hemû milyaket ne ruhên xizmetkar in ku ji bo xizmeta wan ên ku wê xilasiyê mîras bistînin hatine şandin?


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ