Hoşêya 9:4 - Kurmanji Încîl4 Wê pêşkêşiyên şerabê ji Xudan re nerijînin, Wê qurbanên wan wî razî nekin. Pêşkêşiyên wan bibe wek nanê şînê Ku kesê bixwe nepak bibe. Wê nanê wan tenê zikê wan têr bike; Ew nan wê nekeve Mala Xudan. အခန်းကိုကြည့်ပါ။ |
Kesê dewarekî serjê dike, Wekî wî kesî ye ku mirovekî dikuje. Kesê berxekî dike qurban, Wekî wî kesî ye ku stûyê kûçikekî dişikêne. Kesê pêşkêşiya dexlê pêşkêş dike, Wekî wî kesî ye ku xwîna berazan pêşkêş dike. Kesê wekî pêşkêşiya bîranînê, guniyê dişewitîne, Wekî wî kesî ye ku diperize pûtan. Wan kesan riyên xwe hilbijartin, Canê wan bi kirêtiyên wan xweş e.