4 Wan padîşah danîn, lê ji min nepirsîn; Serek ji xwe re kifş kirin, Lê haya min ji wan tunebû. Wan ji zêr û zîvên xwe ji xwe re pût çêkirin, Loma wê helak bibin.
Padîşah şêwirî û du golikên zêrîn çêkirin û ji gel re got: “Çûyîna Orşelîmê ji bo we zêde ye. Ya gelê Îsraêl, va ye ev in îlahên we yên ku hûn ji welatê Misrê deranîn!”
Ahav, çawa ku gunehên bi çûna Yarovamê kurê Nevat ne bes bin, rabû bi ser de jî keça Etbaalê Padîşahê Saydayiyan Îzabelê ji xwe re anî. Piştre ji Baal re xulamî kir û perizî wî.
Niha her ku diçe gunehê xwe zêde dike. Ji zîv ji xwe re pûtên rijandî, Li gorî feraseta xwe ji xwe re pût çêkirin, Hemû karên hosteyan in. Dibêjin: “Kesên qurban serjê dikin, Golikan jî maç dikin!”
Piştî ku malxwê malê rabe û derî bigire, hûnê li derve bimînin, dest pê bikin li derî bixin û bêjin: ‹Ya Xudan, ji me re veke!› Hingê ewê li we vegerîne û ji we re bêje: ‹Ez nizanim hûn ji ku derê ne.›
Lê niha piştî ku we Xwedê naskir, hê zêdetir: Hûn ji aliyê Xwedê ve hatin naskirin, êdî çawa dîsa hûn li wan hêzên ruhî yên bêhêz û reben vedigerin? Ma hûn dîsa dixwazin xulamtiyê ji wan re bikin?