Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Hoşêya 8:11 - Kurmanji Încîl

11 “Efrayîm ji bo pêşkêşiyên gunehan gorîgeh zêde kirin, Lê ev bûn gorîgehên gunehkirinê.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Hoşêya 8:11
8 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ji ber vê yekê ezê we ji vî welatî bavêjim welatekî ku hûn û bav û kalên we pê nizanin. Hûnê li wê derê bi şev û roj ji îlahan re xulamiyê bikin. Çimkî ezê li ber we nekevim.’


“Gunehê gelê Cihûda bi pênûsa hesin hat nivîsandin. Bi serikê wê yê ji elmas li ser textê dilê wan, Li ser qiloçên gorîgehan hate kolandin.


Wê bilindciyên perizînê yên Awenê xera bibin, Ew bû gunehê gelê Îsraêl. Wê li ser gorîgehên wan stirî û dirî şîn bibin. Wê ji çiyayan re bêjin: “Me veşêrin!” Wê ji giran re bêjin: “Bi ser me de bikevin!”


Li Gîladê xerabî heye. Bi rastî ew qelp in, Li Gîlgalê gayan qurban dikin. Loma jî gorîgehên wan Wekî şikêrên kevirên zeviyên ajotî ne.


Karên wan nahêlin ew vegerin Xwedayê xwe. Ji ber ku di nav wan de ruhê zinayê heye, Ew Xudan nas nakin.


Hûnê li wir xulamiya îlahan bikin ku bi destê mirovan hatine çêkirin. Ew ji dar û keviran in, ew nabînin, nabihîzin, naxwin û bêhn nakin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ