16 Vedigerin, Lê ne ber bi Yê Berz ve; Ew wek kevanê bêkêr bûn. Ji ber hêrsa zimanê wan, Wê serekên wan bi şûran bikevin. Wê ev tişt li welatê Misrê, Bibin sedema tinazan.
Wî çaxî wan got: “Werin, em li dijî Yêremya pîlan bikin. Çimkî ji kahin Şerîet, ji şehreza şêwir û ji pêxember jî gotin qet kêm nabe. Werin, em bi gotinan lê bixin û guhdariya gotineke wî jî nekin.”
“Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Çawa ku hêrs û xezeba min bi ser şêniyên Orşelîmê ve rijiya, wê bi ser kesên herin Misrê ve jî birije. Hûnê bibin nifir û nalet, mijara saw û riswabûnê. Hûnê careke din vê derê nebînin.’
Wê li dijî Yê Herî Berz gotinên xerab bike û zextê li pîrozên wî bike. Wê bixwaze demên diyarkirî û Şerîetê biguherîne. Wê pîrozan ji bo sê sal û nîvan teslîmî destê wî bikin.
Wê pêşkêşiyên şerabê ji Xudan re nerijînin, Wê qurbanên wan wî razî nekin. Pêşkêşiyên wan bibe wek nanê şînê Ku kesê bixwe nepak bibe. Wê nanê wan tenê zikê wan têr bike; Ew nan wê nekeve Mala Xudan.
Çimkî heke ji ber helakê birevin û xilas jî bibin, Wê Misir wan bide hev, Wê Memfîs wan binax bike. Tiştên wan ên zîv ên binirx, Wê bibin ên giyayê gezgezkê, Wê di konên wan de dirî şîn bibin.
Yên ser erdê kevirî ew in ku çaxê gotina Xwedê dibihîzin, wê bi dilxweşî qebûl dikin; lê ew bê ra ne, baweriya wan heta bi demekê ye û di wextê ceribandinê de ew ji rê derdikevin.