14 Çimkî ezê li dijî Efrayîm bibim wekî şêrek, Ji bo Mala Cihûda bibim wekî şêrekî ciwan. Ezê wan perçe bikim û bihêlim, Ezê wan bibim û wê tu kes rizgar neke.
Ezê mêw û darhejîrên wê wêran bikim ku li ser wan digot: ‘Ev destmiza min e, yarên min ev dan min.’ Ezê wan bikim daristan, Wê ji heywanên çolê re bibin çêre.
Şêr di nava heywanên çolê de çi be, Şêrê ciwan ê ku gava derbasî nav keriyên pêz dibe, Xwe davêje ser, perçe dike û mecala rizgariyê nade çi be, Wê saxmayiyên ziriyeta Aqûb Ku di nava pir gelan de dimînin, Di nav miletan de wisa bin.
Wê li ber çavê te gayê te bê serjêkirin lê tê jê nexwî. Wê kerê te li ber te bê şelandin lê wê li te venegere. Wê dewarên te bidin dijminên te lê wê tu kes te rizgar neke.
“‘Bibînin ku ez, ez ew im, Ji xeynî min Xwedê tuneye! Ez dikujim, ez vedijînim, Ez birîndar dikim, ez sax dikim Û kesê ji destê min rizgar bike tuneye.