13 “Gava Efrayîm nexweşiya xwe, Cihûda birîna xwe dît, Efrayîm çû Aşûrê Û ji padîşahê mezin alîkariyê xwest. Lê ew nikare şifa bide we, Nikare birîna we bikewîne.
Tîglat-Pîleserê Padîşahê Aşûrê bi ser welatê Îsraêl ve hat. Menahêm hezar telant zîv da Tîglat-Pîleser ku pişta wî bigire û padîşahiya di destê xwe de xurt bike.
Di rojên Peqahê Padîşahê Îsraêlê de, Tîglat-Pîleserê Padîşahê Aşûrê hat û bajarên Îyonê, Avêl-Bêtmaexayê, Yanoahê, Qedeşê, Hasorê û herêmên Gîladê, Celîleyê û seranserê diyarê Nefteliyê desteser kir û ew sirgûnê Aşûrê kirin.
Ahaz ji Tîglat-Pîleserê Padîşahê Aşûrê re, qasid şand û got: “Ez xulamê te û kurê te me. Were min ji destên Padîşahê Aramê û Padîşahê Îsraêlê rizgar bike ku li dijî min serî rakirine.”
Efrayîm şivantiya bayê dike, Tevahiya rojê ketiye pey bayê rojhilat. Derew û zordariyê zêdetir dike. Bi Aşûrê re peyman girê dide, Rûnê zeytê dişîne Misrê.
Wê li pey yarên xwe bikeve Lê wê negihêje wan. Wê li wan bigere, Lê wê wan nebîne. Wê gavê wê bêje: ‘Ez vegerim mêrê xwe yê berê, Rewşa min a wê demê ji ya niha baştir bû!’