1 “Ya kahinno, guh bidin vê yekê! Ya Mala Îsraêl, baş guhdarî bikin! Ya kesên li qesra padîşah bibihîzin! Çimkî ev hikim li ser we ye. Hûn li Mîspayê bûn dafik, Li Çiyayê Tavorê bûn toreke raxistî.
Çimkî ji roja ku min bav û kalên we ji welatê Misrê deranî heta îro min bi dil ew hişyar kirin. Min gelek caran ew hişyar kirin ku guh bidin dengê min.
Gotina Padîşahê ku navê wî Xudanê Karîndar e, ev e: “Ez bi serê xwe kim, Çiyayê Tavorê di nav çiyayan de çawa be, Çiyayê Karmelê li kêleka deryayê çawa be, Êrîşkarekî ewqasî mezin tê.
Wekî hirça ku ji ferxikên xwe hatiye veqetandin, Ezê kezeba wan perçe bikim. Ezê wekî şêremê wan li wir bixwim û tune bikim, Ezê wekî heywanên çolê wan bidirînim.
“Kur bavê xwe, xulam jî xweyê xwe birûmet dike. Madem ez bav im, ka rûmeta min?! Madem ez xweyî me, ka qedrê min?!” Xudanê Karîndar dibêje. “Kahinno! Kesên ku navê min nizim dikin! Hûn dibêjin: ‘Me navê te çawa nizim kiriye?’
Rojekê Deborayê şand pey Baraqê kurê Avînoemê ji Qedeş-Nefteliyê û jê re got: “Xwedayê Îsraêl Xudan li te emir dike û dibêje: ‘Rabe, ji eşîrên Neftelî û Zevûlon deh hezar kesan hilde û here Çiyayê Tavorê.
Gelê Îsraêl ku li Mîspayê kom bû, ji bîrê av derxist û li pêşiya Xudan rijand. Wê rojê rojî girtin û gotin: “Me li ber Xudan guneh kir.” Samûêl li Mîspayê serweriya gelê Îsraêl kir.