6 “Gelê min ji nebûna zanînê tune bû. Ji ber ku te zanîn red kir, Ezê te ji kahintiya xwe red bikim. Te Şerîeta Xwedayê xwe ji bîr kir. Ezê jî zarokên te ji bîr bikim.
Gava guliyên wê hişk bibin, Wê bên jêkirin. Wê jin werin û wan bişewitînin. Çimkî ev gel fêm nake. Loma wê afirandarê wan Li ber wan nekeve, Yê ku şikil daye wan, Wê rehmê li wan neke.
Kesên ji ber şerabê dişewişin Û ji ber meyê diterpilin jî ev in, Kahin û pêxember ji ber meyê dişewişin, Ji ber şerabê tevlihev dibin, Ji ber meyê diterpilin. Gava dîtinî dibînin, dişewişin. Gava dadbarî dikin, diterpilin.
Kahinan negot: ‘Ka Xudan li ku ye?’ Kesên ku şerîet di destê wan de ye, ez nas nekirim, Şivanan li dijî min serî hilda, Pêxemberan jî bi navê Baal pêxemberî kir Û da pey pûtên bêkêr.”
Ezê cezayê rojên ku wê ji Baalan re bixûr pêxistibû bidim; Wê xwe bi guhar û gustîlan xemilandibû, Dabû pey yarên xwe Û wê ez ji bîr kiribûm.” Ev e gotina Xudan.
Ji ber fahîşetiya wan, ezê keçên we, Ji ber zinaya wan, ezê bûkên we ceza nekim. Çimkî mêrên we bi fahîşeyan re hevşa dibin, Bi laşfiroşên pûtperestiyê re qurbanan serjê dikin. Gelê bêferaset wê xera bibe.
Îsraêl Afirînerê xwe ji bîr kir. Ji xwe re qesir çêkirin. Cihûda bajarên bisûr zêde kirin. Lê ezê êgir bi ser bajarên wan de bibarînim. Ev agir wê bircên wan daqurtîne û tune bike.”