13 Li serên çiyayan qurban serjê dikin, Li ser giran, Li binê darmazî, spîndar û darberûyan bixûr pêdixin, Çimkî siya wan daran xweş e. Herwiha keçên we li wê derê fahîşetiyê dikin, Bûkên we jî zinayê.
“Çimkî dema berê te nîrê xwe şikand Û benên xwe qetandin. Te got: ‘Ez xulamiyê nakim.’ Tu li ser her girê bilind Û li bin her dara şîn, Razayî û fahîşetî kir.
Tenê sûcê xwe qebûl bike. Te li dijî Xwedayê xwe Xudan serî hilda. Te li bin her dara şîn, Hezkirina xwe bi îlahên xerîb re belav kir. Te guhdariya dengê min nekir.’” Ev e gotina Xudan.
Di rojên Yoşiyayê Padîşah de Xudan ji min re got: “Ma te ya ku Îsraêla keçika çivanok kir dît? Derket serê her girê bilind û çû bin her dara şîn û fahîşetî kir.
Çima hûn li welatê Misrê yê ku hûn bi mêvandarî çûnê, bi karên destê xwe û bixûrpêxistina ji îlahan re min hêrs dikin?! Hûn xwe helak dikin! Ma hûnê di nav hemû miletên dinyayê de bibin nalet û mijara riswabûnê?!
Wê bilindciyên perizînê yên Awenê xera bibin, Ew bû gunehê gelê Îsraêl. Wê li ser gorîgehên wan stirî û dirî şîn bibin. Wê ji çiyayan re bêjin: “Me veşêrin!” Wê ji giran re bêjin: “Bi ser me de bikevin!”
Ezê cezayê rojên ku wê ji Baalan re bixûr pêxistibû bidim; Wê xwe bi guhar û gustîlan xemilandibû, Dabû pey yarên xwe Û wê ez ji bîr kiribûm.” Ev e gotina Xudan.
“Loma Xudan wiha dibêje: ‘Wê jina te li bajêr bibe fahîşe Û wê kur û keçên te bên şûrkirin. Wê welatê te bi benê pîvanê bê pîvan Û tê li welatekî mirdar bimirî. Wê gelê Îsraêl esse ji welatê xwe bê ajotin.’”