1 Xudan dîsa ji min re got: “Here ji jinika ku yarê wê heye û zinakariyê dike hez bike, çawa Xudan ji Îsraêliyên ku berê xwe dan îlahên din û dil dan bastîqê tirî hez dike.”
Lê ji ber peymana ku wî bi Îbrahîm, Îshaq û Aqûb re çêkir, Xudan li wan hat rehmê. Dilê wî bi wan şewitî û ew ber bi wan ve çû. Wî nexwest wan helak bike. Heta niha jî wî ew ji ber çavê xwe neavêtine.
“Ma kurê min ê delal ne Efrayîm e? Ma kurê min ê şîrîn ne ew e? Tevî ku li dijî wî dibêjim, Ez wî ji bîra xwe dernaxim. Loma dilê min lê tê rehmê, Ezê esse li ber wî bikevim.” Ev e gotina Xudan.
“Ya Efrayîm, ezê çawa te bidim destan? Ya Îsraêl, ezê te çawa teslîm bikim? Ezê çawa te bikim wekî Admayê? Ezê çawa wekî Sevoyîmê bi te re tevbigerim? Dilê min peritî, Dilovaniya min dikele.
“Loma Xudan wiha dibêje: ‘Ez bi rehmê vegeriyam Orşelîmê. Wê Mala min li wê derê bê avakirin.’” Ev e gotina Xudanê Karîndar. “‘Wê benê pîvanê li ser Orşelîmê bê kişandin.’
Êdî bes e ku we li gor xwestina pûtperestan dema jiyana xwe ya derbasbûyî bi bêedebî, şehwet, serxweşî, kêfkirina bi harîtî, şerabvexwarina civatî û di pûtperestiya pîs de derbas kir.