Hoşêya 2:7 - Kurmanji Încîl7 Wê li pey yarên xwe bikeve Lê wê negihêje wan. Wê li wan bigere, Lê wê wan nebîne. Wê gavê wê bêje: ‘Ez vegerim mêrê xwe yê berê, Rewşa min a wê demê ji ya niha baştir bû!’ အခန်းကိုကြည့်ပါ။ |
Na! Emê esse her gotina ji devê me derketiye bikin. Çawa ku me, bav û kalên me, padîşah û serekên me li bajarên Cihûdayê û li kolanên Orşelîmê dikir, emê jî, ji Şahbanûya Ezmanan re bixûrê pêxin û pêşkêşiyên rijandinê pêşkêşî wê bikin. Berê, em ji nên têr dibûn! Qencî bi me dihat kirin û me xerabî nedidît!
Wê te ji nav mirovan biqewitînin, tê bi heywanên çolê re bimînî û wê wekî ga, giya bi te bidin xwarin. Tê bi xunava ezmanan şil bibî, heta ku heft dem di ser te re derbas bibin. Tê hîn bibî ku Yê Herî Berz di ser padîşahiya mirovan re serweriya xwe didomîne û dilê wî ji kê re bixwaze, padîşahiyê dide wî.