18 Wê rojê ezê bi heywanên çolê re, Bi teyrên ezmanan re, Bi afirîdên ku bi erdê ve dişêlin re, Ji bo gelê xwe peymanekê çêkim; Ezê ji welêt şûr, kevan û şer rakim, Ezê wan di nav ewledariyê de razînim.
Wê di nav miletan de dadbariyê bike Û meseleyên pir gelan çareser bike. Wê gel şûrên xwe bikin gîsin Û rimên xwe bikin kêra rezvaniyê. Wê milet li dijî hev şûr ranekin, Êdî hînî şer nebin.
Gotina Xudan ev e: “Lê Aqûbê xulamê min, netirse! Îsraêlo, neşikê! Çimkî va ye, ezê te ji dûrî Û ziriyeta te ji welatê sirgûnbûna wan rizgar bikim. Wê Aqûb vegere, aramî û bêxemiyê bibîne. Wê kesê wî bilerizîne tunebe.
Wê rojê wê piyên wî, li ser Çiyayê Zeytûnê bisekine ku dikeve rojhilatê Orşelîmê. Wê Çiyayê Zeytûnê ber bi rojava û rojhilat ve ji nîvî ve biqelişe û newaleke gelekî fireh çêbe. Nîvê çiyê wê ber bi bakur ve, nîvê çiyê jî ber bi başûr ve bê kişandin.
Wê erebeyên şer ji Efrayîmê, Hespan ji Orşelîmê tune bike. Wê kevanên şer tune bibin. Wê padîşahê we, gotina aştiyê ji miletan re bêje. Wê serweriya wî ji deryayan heta deryayan, Ji Çemê Feratê heta binê dinyayê be.