15 Gava em ji wir vegerin, ezê rezên wê bidimê. Deşta Exorê jê re bikim deriyê hêviyê. Li wir wekî di rojên ciwaniyê de, Wekî dema ji welatê Misrê derketiye Wê bi şahî bersiva min bide.”
Ahav, çawa ku gunehên bi çûna Yarovamê kurê Nevat ne bes bin, rabû bi ser de jî keça Etbaalê Padîşahê Saydayiyan Îzabelê ji xwe re anî. Piştre ji Baal re xulamî kir û perizî wî.
“Here û li gelê Orşelîmê biqîre û bibêje: ‘Xudan wiha dibêje: “‘Dilsoziya ciwaniya xwe, Hezkirina bûkaniya xwe Û çawa ku li beriyê, li warê beyar Te da pey min ji bîr nakim.
Ezê mêw û darhejîrên wê wêran bikim ku li ser wan digot: ‘Ev destmiza min e, yarên min ev dan min.’ Ezê wan bikim daristan, Wê ji heywanên çolê re bibin çêre.
Ezê gelê xwe Îsraêl vegerînim firehiya berê, Wê bajarên wêran ava bikin û lê rûnin. Wê rezan deynin û şeraba wan vexwin, Wê bexçeyan deynin û fêkiyê wan bixwin.