12 Ezê mêw û darhejîrên wê wêran bikim ku li ser wan digot: ‘Ev destmiza min e, yarên min ev dan min.’ Ezê wan bikim daristan, Wê ji heywanên çolê re bibin çêre.
Niha tişta ku ezê bi rezê xwe bikim ez ji we re bêjim. Ezê sinca wî rakim. Wê wî bixwin û biqedînin. Ezê dîwarên wî hilweşînim. Wê di bin lingan de biperçiqînin.
“Di rojên Hîzqiyayê Padîşahê Cihûdayê de, Mîxayê Moreşetî pêxemberî kir û ji tevahiya gelê Cihûda re got: ‘Xudanê Karîndar wiha dibêje: “‘Wê Siyon wekî zeviyekê bê ajotin Û Orşelîm bibe şikêra keviran. Wê çiyayê Mala Xudan bibe girê daran.’
Wê zad û nanê te daqurtîne, Keç û kurên te daqurtîne, Pez û dewarên te daqurtîne Û mêw û darhejîrên te daqurtîne. Wê bajarên te yên bisûr ên ku tu pê ewle yî, Bi şûr biperçiqîne.”
Gotina Xudan ev e: “‘Ezê wan bi tevahî biqedînim. Wê di mêwê de tirî Û di darhejîrê de hejîrek tunebe, Wê pel jî biçilmisin. Ya ku min daye wan, wê ji wan derkeve.’”
Wekî hirça ku ji ferxikên xwe hatiye veqetandin, Ezê kezeba wan perçe bikim. Ezê wekî şêremê wan li wir bixwim û tune bikim, Ezê wekî heywanên çolê wan bidirînim.
Çimkî ezê li dijî Efrayîm bibim wekî şêrek, Ji bo Mala Cihûda bibim wekî şêrekî ciwan. Ezê wan perçe bikim û bihêlim, Ezê wan bibim û wê tu kes rizgar neke.
Ya Îsraêl, şa nebe! Wek gelên din kêfxweş nebe! Ji ber ku te bêbextî li Xwedayê xwe kir, Te zina kir. Di tevahiya bênderên dexlan de, Te ji destmiza fahîşeyan hez kir.