8 Wekî hirça ku ji ferxikên xwe hatiye veqetandin, Ezê kezeba wan perçe bikim. Ezê wekî şêremê wan li wir bixwim û tune bikim, Ezê wekî heywanên çolê wan bidirînim.
Tu dizanî ku bavê te Dawid û zilamên wî şervanên gelek xurt in. Wekî hirça ku li çolê ji ferxika xwe hatiye veqetandin, bi hêrs in. Bavê te şervanekî serhatî ye, şeva xwe bi leşkerên re derbas nake.
Ma mîrasa min li gorî min nebû teyrê dirinde yê deqdeqî Ku teyrên din ên dirinde dorpêç û êrîşê wê dikin? Herin, hemû heywanên çolê bicivînin, Bînin ku wê bixwin.
Ezê mêw û darhejîrên wê wêran bikim ku li ser wan digot: ‘Ev destmiza min e, yarên min ev dan min.’ Ezê wan bikim daristan, Wê ji heywanên çolê re bibin çêre.
Çimkî ezê li dijî Efrayîm bibim wekî şêrek, Ji bo Mala Cihûda bibim wekî şêrekî ciwan. Ezê wan perçe bikim û bihêlim, Ezê wan bibim û wê tu kes rizgar neke.