16 Samerya wê cezayê sûcê xwe bikişîne, Çimkî li dijî Xwedayê xwe serî hilda. Wê bi şûran bikevin. Wê zarokên wan li erdê bên xistin û perçekirin, Wê zikên jinên bizaro bên qelaştin.”
Wê demê Menahêm ji bajarê Tîrsayê heta bajarê Tîfsahê êrîş kir û kî ket ber kuşt. Wan dergehê bajêr jê re venekiribûn. Wî jî li bajêr xist û zikên hemû jinên bizaro qelaştin.
Di neh saliya padîşahiya Hoşêya de Padîşahê Aşûrê Samerya stand û gelê Îsraêl sirgûnê Aşûrê kir. Wî ew li Halahê, li Gozana li ber keviya Çemê Xabûrê û li bajarên Medan da bicihkirin.
Hazaêl got: “Ezbenî, tu çima digirî?” Êlîşa got: “Çimkî ez zanim tê çi xerabiyê bînî serê Îsraêliyan. Tê êgir bi sûrên wan bixî û xortên wan ên bijare bi şûran bikujî. Tê zarokên wan li erdê bixî û perçe bikî. Tê zikên jinên bizaro jî biqelişînî.”
Xudan wiha dibêje: “Ji bo sê-çar û zêdetir neheqiyên Emmoniyan, Ezê cezayê wan ranekim. Zikên jinên Gîladî yên bizaro qelaştin Ku sînorên xwe fireh bikin.
Bi qesrên Aşdodê û welatê Misrê bidin bihîstin! Bêjin: “Li herêma çiyayî ya Sameryayê bicivin! Xirecira mezin a li nav bajêr Û zordariya tê de bibînin!”
Min dît, Reb li ba gorîgehê sekinîbû. Wî got: “Li serikên stûnan bixe, bila binên wan bihejin, Li ser serê tevahiya gel wan perçe bike. Ezê saxmayiyan bidim ber şûran, Wê tu kes nereve, wê tu kes nefilite.
We qanûnên Omrî û hemû kirinên Mala Ahav pêk anîn, Hûn beşdarî fen û fûtên wan bûn. Loma ezê we bikim wêrane Û şêniyên we bikim sedema fîkandinê. Hûnê barê riswatiya welatê min hilgirin.”
Dîsa jî ew hat sirgûnkirin, Gelê wî êsîr bû. Zarokên wî jî li serê her kuçeyê hatin perçekirin. Ji bo rûmetdarên wî pişk hat avêtin, Hemû mezinên wî hatin zincîrkirin.