15 “Di nav birayên xwe de mezin jî bibe, Bayê rojhilat, hilma Xudan a ku ji beriyê radibe, Wê kaniya wî hişk bike, Wê çavkaniya wî ziwa bibe. Tiştên hêja yên xezîneya wî wê talan bibin.
Lê bavê wî nexwest û got: “Ez dizanim kurê min, ez dizanim. Wê Minaşşe jî bibe miletekî mezin. Lê belê wê birayê wî yê biçûk jê mezintir bibe û wê ji ziriyeta wî komeke miletan rabin.”
Ji ber neheqiya bav û kalên wî, Ji bo serjêkirina kurên Padîşahê Babîlê Cihekê ava bikin ku qet ranebin, Welat ji xwe re nekin milk Û rûyê erdê bi bajaran tije nekin.
Netewe wekî ava rabûyî bixumin jî, Gava Xwedê erzê wan bişikêne wê dûr birevin. Wekî hûrika kaya çiyan Li ber bayê bikevin, Wekî toza gêrbûyî Li ber babelîskê bipengizin.
Ezê hemû dewlemendiya vî bajarî, hemû hatina wî, tiştên wî yên hêja û xezîneyên padîşahên Cihûdayê bidim destê dijminên wan. Wê wan talan bikin û bibin Babîlê.
Wê gavê wê ji vî gelî û ji Orşelîmê re bêjin: “Ji bilindciyên rût û tazî yên beriyê, bayê min ê şewatê bi ser gelê min ê delal ve were. Lê wê ne ji bo dêrandina bênderê û paqijkirinê were.
Îsraêl mêweke berdar e Ku fêkiyê xwe dide. Li gorî zêdebûna fêkî, Gorîgehên xwe jî zêde dikirin. Li gorî zêdebûna xweşiya welatê xwe, Kevirbel jî xweşik dikirin.
Gava tav derket, Xwedê bayekî rojhilat ê bi şewat rakir. Tavê li serê Ûnis xist û ew sist bû. Wî xwest ku bimire û got: “Ji bo min mirin, ji vî halî çêtir e.”
Ew bi qasî gayekî nixurî rewnaq e. Qiloçên wî, wekî qiloçên boxeyekî ne. Wê heta binê dinyayê, Bi wan, gelan birîndar bike. Wisa ne deh hezarên Efrayîm, Wisa ne hezarên Minaşşe.”