1 Efrayîm şivantiya bayê dike, Tevahiya rojê ketiye pey bayê rojhilat. Derew û zordariyê zêdetir dike. Bi Aşûrê re peyman girê dide, Rûnê zeytê dişîne Misrê.
Tîglat-Pîleserê Padîşahê Aşûrê bi ser welatê Îsraêl ve hat. Menahêm hezar telant zîv da Tîglat-Pîleser ku pişta wî bigire û padîşahiya di destê xwe de xurt bike.
Ezê hêrsa xwe ya dijwar bi ser we de neşînim, Ezê ji nû ve Efrayîm helak nekim. Çimkî ez Xwedê me, ne mirov im. Ez di nav we de Yê Pîroz im. Êdî ezê bi xezebê neyêm.
“Gava Efrayîm nexweşiya xwe, Cihûda birîna xwe dît, Efrayîm çû Aşûrê Û ji padîşahê mezin alîkariyê xwest. Lê ew nikare şifa bide we, Nikare birîna we bikewîne.
“Kengê min xwest şifayê bidim Îsraêl, Sûcên Efrayîm, Xerabiyên Sameryayê derdikevin meydanê. Ew hîle dikin. Diz dikevin malan, Li derve komên rêbiran şelandinê dikin.