9 Ezê hêrsa xwe ya dijwar bi ser we de neşînim, Ezê ji nû ve Efrayîm helak nekim. Çimkî ez Xwedê me, ne mirov im. Ez di nav we de Yê Pîroz im. Êdî ezê bi xezebê neyêm.
Emasa şûrê di destê Yoav de nedît. Yoav şûr li zikê wî xist û ûr û roviyên Emasa rijiyan erdê. Hewce nema ku cara diduyan lê bixe, Emasa di cih de mir. Piştî vê yekê Yoav û birayê xwe Avîşay, careke din dan pey Şevayê kurê Bikrî.
Wey li wan ku ji bo alîkariyê diçin Misrê, Xwe dispêrin hespan. Ji ber ku pir in, bi erebeyên hespan, Ji ber ku pir hêzdar in, bi siwaran ewle ne. Lê li Pîrozê Îsraêl nanêrin, Li Xudan nagerin.
Loma çawa ku agir pûş dixwe, Çawa ku giyayê ziwa di nav pêta êgir de jinişkave dikeve, Wê koka wan birize, Kulîlkên wan wek tozê berhewa bibin. Çimkî wan dev ji Şerîeta Xudanê Karîndar berda, Gotinên Pîrozê Îsraêl kêm dît.
Belkî hemû guhdar bin û ji riya xwe ya xerab vegerin ku ez jî fikra xwe biguherînim û xerabiyê pêk neyînim ku ji bo kirinên wan ên xerab, min pîlan kiribû ku bînim serê wan.
Çimkî ez bi te re me ku te rizgar bikim.” Ev e gotina Xudan. “Tevî ku ez hemû miletên ku min tu li nav wan belav kirî, Bi tevahî biqedînim jî, Ezê te bi tevahî neqedînim. Ezê te bi pîvana adil terbiye bikim Û te bêceza nehêlim.”
Efrayîm şivantiya bayê dike, Tevahiya rojê ketiye pey bayê rojhilat. Derew û zordariyê zêdetir dike. Bi Aşûrê re peyman girê dide, Rûnê zeytê dişîne Misrê.
Wê tiştekî ji malên hatine rakirin di destê we de nemîne ku hêrsa Xudan a dijwar dakeve û çawa ku Xudan ji bav û kalên we re sond xwariye, ew li ber we bikeve, li we were rehmê û we zêde bike.