11 Wê ji Misrê wek çivîkan, Ji diyarê Aşûrê wek kevokan bilerizin û werin. Ezê wan li malên wan bidim rûniştandin.” Ev e gotina Xudan.
Wê rojê, wê Reb careke din destê xwe dirêj bike ku bermayiyên gelê xwe ji Aşûr, Misir, Patros, Kûş, Elam, Şînar, Hama û keviyên deryayan vegerîne.
“Ew kî ne ku wekî ewran difirin, Wekî kevokên diçin hêlînên xwe?
Wê bên û li bilindciyê Siyonê ji kêfan biqîrin, Ji bo qenciya Xudan –Dexil, şeraba nû, zeyt û berên pez û dewêr– Wê rûyê wan ronî be. Wê canê wan bibe wekî bexçeyekî avdayî Û careke din neçilmise.
Paşê wê Îsraêlî vegerin û li Xwedayê xwe Xudan û padîşahê xwe Dawid bigerin. Di rojên pêş de, wê xwe bispêrin tirs û kerema Xudan.
“Efrayîm wekî kevokeke sexik û bêaqil e; Ew gazî Misrê dikin, Ew diçin Aşûrê.
“Lê kesên filitîn, Wê li Çiyayê Siyonê bicivin Û wê ew der bibe cihekî pîroz. Wê Mala Aqûb dîsa bibe xweyê milkê xwe.
Ezê wan ji welatê Misrê vegerînim Û ji Aşûrê berhev bikim. Heta cih têra wan neke, Ezê wan bînim welatên Gîlad û Lubnanê.
“Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Ezê gelê xwe ji welatên rojhilat û rojava rizgar bikim.
Ezê wan bînim û wê li nava Orşelîmê rûnin. Wê bibin gelê min, ezê bi dilsozî û edaletê bibim Xwedayê wan.’