5 Ji ber pûtê golikî yê li Bêtawenê. Xelkê Sameryayê wê bitirse. Wê gelê wî li pey wî şînê bike, Wê kahinên pûtperest ên wî şîn bikin. Çimkî rûmeta wî çûye.
Wan dev ji hemû emrên Xwedayê xwe Xudan berda. Ji xwe re du pûtên golikên rijandî û pûtekî Aşêrayê çêkirin. Herwiha li ber nexşên ezmanan deverû çûn erdê û perizîn Baal.
Wî kahinên pûtperest ên ji aliyê padîşahên Cihûdayê ve hatibûn tayînkirin ji holê rakirin ku li bilindciyên perizînê yên Cihûda û derdora bajarê Orşelîmê, ji Baal, roj, heyv, komstêr û hemû nexşên ezmanan re bixûr pêdixistin.
Niha her ku diçe gunehê xwe zêde dike. Ji zîv ji xwe re pûtên rijandî, Li gorî feraseta xwe ji xwe re pût çêkirin, Hemû karên hosteyan in. Dibêjin: “Kesên qurban serjê dikin, Golikan jî maç dikin!”
Ya Îsraêl, şa nebe! Wek gelên din kêfxweş nebe! Ji ber ku te bêbextî li Xwedayê xwe kir, Te zina kir. Di tevahiya bênderên dexlan de, Te ji destmiza fahîşeyan hez kir.
“Ezê destê xwe li dijî gelê Cihûda, Li dijî tevahiya şêniyên Orşelîmê dirêj bikim. Ezê ji vê derê, Bermayiyên ji Baal, Navê pûtperest û kahinên pûtperest,
Îcar talûke ne tenê ew e ku ev pîşeyê me ji giramiya xwe dikeve, lê ev e ku perestgeha xwedaya mezin Artemîs bi tiştekî nayê hesabkirin û mezinahiya wê ya ku li tevahiya herêma Asya û li dinyayê tê perizîn, bêqedir dibe.»
Yêşû ji Erîhayê mirov şandin bajarê Ayê, yê ku ji rojhilatê Bêt-Êlê û nêzîkî Bêtawenê ye. Wî ji wan re got: “Herin û sixûriya welêt bikin.” Ew çûn ku sixûriya Ayê bikin.