12 Hûn ji bo xwe rastiyê biçînin, Ji bo xwe berê dilovaniyê hilînin. Erdê xwe yê beyar cot bikin. Çimkî dema lêgerîna Xudan e, Wê bê û rastiyê li ser we bibarîne.
Wey li wan ku ji bo alîkariyê diçin Misrê, Xwe dispêrin hespan. Ji ber ku pir in, bi erebeyên hespan, Ji ber ku pir hêzdar in, bi siwaran ewle ne. Lê li Pîrozê Îsraêl nanêrin, Li Xudan nagerin.
“‘Çimkî ezê avê bi ser axa tîbûyî de, Rûbaran bi ser erdê ziwa ve birijînim. Ezê ruhê xwe bi ser ziriyeta te re Û bereketa xwe bi ser şaxên te re birijînim.
Ezmanno, ji jor ve dilop bikin, Bila ji ewran edalet bibare. Bila ax vebe û fêkiyê rizgariyê bide, Bila rastî ji erdê bavêje der. Ez, Xudan, min ew afirandin.”
Em Xudan nas bikin, Em bikevin pey naskirina wî. Wê li me mîna ronahiya serê sibê esse xuya bibe. Hatina wî wê wek baranê, Wekî barana biharê ku av dide erdê.
Yê ku Komstêrên Perwîn û Oriyonê afirandine, Taristan dike şeveq û roj dike şeva tarî, Yê ku gazî ava deryayê dike û dirijîne ser rûyê erdê, Navê wî Xudan e.