Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Helbesta Helbestan 8:9 - Kurmanji Încîl

9 Heke ew sûrek bûya, Meyê li ser wê birceke zîvîn ava bikira. Heke ew deriyek bûya, Meyê bi textikên dara sedrê ew binixamta.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Helbesta Helbestan 8:9
14 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Wî dîwarên navê yên Malê, bi darên sedrê nixamtin. Ji erdê bigire heta kêranan, texte kişandin ser. Wî li erda Malê jî textên çamê raxistin.


Emê ji te re xemlên zêrîn çêkin, Bi pariyên zîvîn.


Evîndarê min wekî xezal û karê pezkoviyan e. Binêrin, li pişt dîwarê me disekine, Ji pencereyan li hundir dinêre, Ji qefesan temaşe dike.


“Wê kesê ji te, wêraneyên kevin ava bike, Tê li ser bingeha nifşan bilind bikî. Wê ji bo te: ‘Dagirtiyê qelîştokên dîwêr, Avakarê kuçeyên ku niştecih tê de rûnin’ bê gotin.


Ezê di şûna tûnc de zêr, Di şûna hesin de zîv bînim. Ezê di şûna darê de tûnc, Di şûna kevir de hesin bînim. Ezê aştiyê bikim serwerê te Û edaletê bikim serkarê te.


Wê xirbeyên qedîm ava bikin, Wêraneyên salên berê dîsa çêkin. Wê bajarên ku xera bûne, Wêraneyên nifş bi nifş mane nû bikin.


Û ez ji te re dibêjim: Tu Petrûs î û ezê li ser vê latê Civîna xwe ava bikim. Hêza diyarê miriyan nikare wê bindest bike.


Gava hatin, wan civîna bawermendan kom kir û hemû tiştên ku Xwedê bi destê wan kiribûn û çawa deriyê baweriyê li ber miletan vekiribû, tev gotin.


‹Piştî vê yekê ezê vegerim, Û konê Dawid ê ketî dîsa vegirim, Derên wî yên hilweşiyayî careke din ava bikim Û dîsa rakim.


“Çaxê tu xaniyekî nû ava bikî, tê ji bo banê xwe caxan çêkî ku gava kesek ji wir bikeve, xwîn nekeve stûyê malbata te.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ