7 Ava boş nikare hezkirinê bitefîne, Ne jî lehî dikare wê bi xwe re bibe. Mirovek hemû hebûna xwe ji bo hezkirinê bide, Wê dîsa jî kêm bê dîtin.
Çaxê wî gotinên jina xwe bihîst û jinikê got: “Koleyê ku te anîbû li min wiha kir,” ew gelekî hêrs bû.
Ew ku, zilamên rezîl kêm dibînin, Belê yên ku ji Xudan ditirsin dihesibînin. Bi xesara xwe sond xwaribe jî, venagere ji sondê.
Lê gava bê girtin, wê heft qatên wê bide, Wê hemû hebûna mala xwe bide.
Ew tu berdêlê qebûl nake, Bi zêdekirina diyariyan jî razî nabe.
Gava tu di avan re derbas bibî, Ezê bi te re bim. Gava tu di çeman re derbas bibî jî, Wê di ser te re neqelibin. Gava tu di nav êgir re derbas bibî, Tê neşewitî û wê pêta êgir te neşewitîne.