5 Ev kî ye ji çolê tê? Ev kî ye xwe spartiye evîndarê xwe? Min li bin dara sêvê tu hişyar kirî, Li wir diya te êşa te kişand, Li wir jina ku te anî dinyayê êş kişand.
Di nav darên daristanê de dara sêvê çawa be, Di nav xortan de evîndarê min wisa ye. Ez li ber siya wî rûniştim, çi xweş bû, Tehma fêkiyê wî li ser devê min şîrîn bû.
Bi min re ji Lubnanê were, bûka delal, Bi min re ji Lubnanê were. Ji serê Çiyayê Amanayê, Ji serê Senîr û Hermonê, Ji şikeftên şêran, Ji çiyayên pilingan berjêr be.
Va ye tu bi Misrê ewle yî. Lê kesê xwe bispêre vê şiva ji qamîşê şikestî, wê şiv di destê wî re here û qul bike. Firewnê Padîşahê Misrê, ji her kesê pê ewle ye re wisa ye.
“Here û li gelê Orşelîmê biqîre û bibêje: ‘Xudan wiha dibêje: “‘Dilsoziya ciwaniya xwe, Hezkirina bûkaniya xwe Û çawa ku li beriyê, li warê beyar Te da pey min ji bîr nakim.
Serekên bajêr bi bertîlan serweriyê dikin, Kahinên wî bi pere hîn dikin, Pêxemberên wî jî bi pere falbazî dikin. Lê wekî ku xwe spartibûn Xudan, Dibêjin: “Ma qey Xudan ne bi me re ye? Wê tiştek neyê serê me!”
Bi vî awayî birayên min, hûn bi bedena Mesîh ji Şerîetê re mirin, da ku hûn bibin yên yekî din, yanî wî yê ku ji nav miriyan rabûye û em ji bo Xwedê ber bidin.