4 Stûyê te wekî birca ji diranê fîlan e, Çavên te mîna hewzên Heşbonê ne, Hewzên li ber dergehê Bat-Rabbîmê. Pozê te wekî birca Lubnanê Ji jor ve li Şamê dinêre.
Komek gemiyên Silêmanê Padîşah li Tarşîşê hebûn ku bi koma gemiyên Hîram re li ser deryayê bûn. Koma gemiyên Tarşîşê ji sê salan carekê dihatin û bi xwe re zêr, zîv, diranê fîlan û du cureyên meymûnan dianîn.
Qewimînên din ên padîşahiya Ahav û hemû kirinên wî, çawa qesra ku ji diranên fîlan çêkir û hemû bajarên ku wî ava kirin, di Nivîsa Qewimînên Padîşahên Îsraêlê de hatin nivîsandin.
Silêman Mala Daristana Lubnanê jî ava kir. Bilindahiya wê sî gaz, berfirehiya wê pêncî gaz, dirêjahiya wê jî sed gaz bû. Ew li ser çar rêzestûnên dara sedrê bû û kêranên dara sedrê jî li ser stûnan hatibû danîn.
hemû bajarên xwe yên embarî, bajarên xwe yên ji bo erebe û hespên xwe û çawa dixwest Orşelîm, Lubnan û bajarên din ava bike, ew der jî ava kirin. Herwiha wî tevahiya welatê di bin destê xwe de ava kir.
Ax tu çi delal î, yara min, Ax tu çi delal î! Çavên te di pişt xêliyê de Wek kevokan xuya dikin. Keziyên te wekî keriyê bizinan e Ku ji pala Çiyayê Gîladê tên xwarê.