9 Lê kevoka min a bêqisûr, yekta ye. Ew yektaya diya xwe ye, Bîbika çavê dayika xwe ye. Keçikên ew dît, got: “Xwezî bi wê.” Şahbanû û cariyeyên ew dît û pesnê wê da.
Kevoka min a xwe di qelîştokên keviran de, Keviyên zinaran de vedişêre. Bejn û bala xwe nîşanî min bide, Dengê xwe bi min bide bihîstin, Çimkî dengê te şîrîn, Bejn û bala te xweşik e.
Ez radizam, lê dilê min şiyar bû. Guhdar bin, evîndarê min li derî dixe! “Derî li min veke, dotmama min, yara min, Kevoka min a bêqisûr! Ji xunavê şil bû serê min, Ji dilopên şevê porê min.”
Ya gelê Îsraêl, xwezî bi te! Ma kî heye wekî te? Tu ew gel î ku ji aliyê Xudan ve hatiye rizgarkirin. Ew ji te re mertalê parastinê û şûrê rewnaq e. Wê dijminên te li ber te biçûk bin, Tê jî wan biperçiqînî.”
Wê Rojê gava ew bê, ewê di nav pîrozên xwe de bê birûmetkirin û ji aliyê hemû bawermendan ve bi heyranî bê dîtin. Hûn jî, hûnê di nav wan de bin, çimkî we baweriya xwe bi şahidiya me anî.