9 Ma ferqa evîndarê te ji yên din çi ye? Jina herî delal! Ferqa evîndarê te ji yên din çi ye Ku tu me wisa didî sondê?
Keça padîşah di hundir de, bi berzî û biriqandin, Lîbasê wê bi zêran hatiye honandin.
Li ser te peyvên berziyê tên gotin, ey bajarê Xwedê:
Ya delala nav jinan, Heke tu nizanî, Bide pey şopa pêz Li ber konên şivanan, Karikên xwe biçêrîne.
Ya keçên Orşelîmê! Ez bi xezalên mê, Bi pezkoviyên mê, Bi we sond didim xwarin, Hezkirinê hişyar nekin û ranekin, Heta ew bixwaze.
Jina herî delal, Evîndarê te bi ku ve çû? Evîndarê te bi kîjan aliyê ve çû? Em jî bi te re lê bigerin.
Ew li hizûra wî wekî şaxekî teze, Wekî koka li axa ziwa mezin bû. Ne bedewiya wî, ne jî rewnaqiya wî hebû Ku em lê binêrin. Di dîtina wî de tiştekî dilê me herê tunebû.
Gava Îsa ket Orşelîmê, tevahiya bajêr hejiya û gotin: «Ev kî ye?»
Û Peyv bû xwîn û goşt, bi kerem û rastiyê tije di nav me de konê xwe danî. Me rûmeta wî, yanî rûmeta Kurê yekta yê ku ji Bav tê dît.