8 Ya keçên Orşelîmê! Ez sond bi we didim xwarin, Heke we evîndarê min dît, Jê re bêjin, ez nexweşê hezkirinê me.
Ez reşik im, lê xweşik im. Ya keçên Orşelîmê, Mîna konên Qêdarê, Mîna perdeyên konê Silêman im.
Bi bastîqê tirî hêzê bidin min, Bi sêvan can bidin min, Çimkî ez nexweşê hezkirinê me.
Ya keçên Orşelîmê! Ez bi xezalên mê, Bi pezkoviyên mê, Bi we sond didim xwarin, Hezkirinê hişyar nekin û ranekin, Heta ew bixwaze.
Ya keçên Orşelîmê! Ez bi we sond didim xwarin, Hezkirinê hişyar nekin û ranekin, Heta ew bixwaze.
Birano, ez bi Xudanê me Îsa Mesîh û bi hezkirina Ruh ji we hêvî dikim ku hûn bi min re, li ber Xwedê bi xîret ji bo min dua bikin.
Loma gunehên xwe ji hevdû re eşkere bikin û ji bo hev dua bikin, da ku hûn sax bibin. Duaya yê rast, hêzdar û bi bandûr e.