6 Min derî ji evîndarê xwe re vekir, Lê evîndarê min rabûbû çûbû. Gava peyivîbû, min xwe winda kiribû. Ez lê geriyam, lê min nedît. Min gazî wî kir, lê bersiv neda.
Wî ji birayên xwe re got: “Pereyê min li min zivirandine. Va ye di tûrikê min de ye.” Dilê wan bi şid lêxist û bi lerizîn ji hev re got: “Ev çi ye ku Xwedê bi me dike?”
Ez radizam, lê dilê min şiyar bû. Guhdar bin, evîndarê min li derî dixe! “Derî li min veke, dotmama min, yara min, Kevoka min a bêqisûr! Ji xunavê şil bû serê min, Ji dilopên şevê porê min.”
Gava ez hatim çima kes tunebû? Çaxê min gazî kir, çima kesî bersiva min neda? Ma destê min ewqas kurt e Ku ez we xilas nekim? An hêza min tunebû Ku ez we rizgar nekim? Ez bi erzşikandina xwe deryayê ziwa dikim, Ez çeman dikim berî. Masiyên wan ji bêaviyê, Ji tîbûnê dimirin û bêhn didin.
Dîsa jî her roj ew li min digerin Û dilê wan bi zanîna riyên min xweş dibin. Wekî miletekî ku rastiyê pêk aniye Û dev ji hikmên Xwedê bernedaye, Ew ji min hikmên rast dixwazin Û dilê wan bi nêzîkbûna Xwedê xweş dibin.
Di cih de dîk cara diduyan bang da. Û Petrûs gotina Îsa ya ku ji wî re gotibû, anî bîra xwe: «Berî ku dîk du caran bang bide, tê sê caran min înkar bikî.» Li ser vê yekê dest pê kir û giriya.