2 Ez radizam, lê dilê min şiyar bû. Guhdar bin, evîndarê min li derî dixe! “Derî li min veke, dotmama min, yara min, Kevoka min a bêqisûr! Ji xunavê şil bû serê min, Ji dilopên şevê porê min.”
Kevoka min a xwe di qelîştokên keviran de, Keviyên zinaran de vedişêre. Bejn û bala xwe nîşanî min bide, Dengê xwe bi min bide bihîstin, Çimkî dengê te şîrîn, Bejn û bala te xweşik e.
Min derî ji evîndarê xwe re vekir, Lê evîndarê min rabûbû çûbû. Gava peyivîbû, min xwe winda kiribû. Ez lê geriyam, lê min nedît. Min gazî wî kir, lê bersiv neda.
Lê kevoka min a bêqisûr, yekta ye. Ew yektaya diya xwe ye, Bîbika çavê dayika xwe ye. Keçikên ew dît, got: “Xwezî bi wê.” Şahbanû û cariyeyên ew dît û pesnê wê da.
û êdî ez najîm, lê Mesîh di dilê min de dijî. Ew jiyana ku niha ez di bedenê de dijîm, ez bi baweriya bi Kurê Xwedê yê ku ji min hez dike û ji bo min xwe feda kir, dijîm.
Yên ku bi jinan re nelewitîne ev in. Çimkî keçên keçîn-kurên kurîn in. Ev ew in ku Berx bi ku derê ve here, li pey wî diçin. Evên ha berê pêşî ne ku ji bo Xwedê û ji bo Berx ji nav mirovan hatine kirrîn.