16 Hişyar be, bayê bakur! Tu jî were, bayê başûr! Bi ser bexçeyê min de were Ku bêhna wî ya xweş bifûre. Bila evîndarê min were bexçe Û ji fêkiyên wî yên xweş bixwe.
Bi destê min bigire, birevîne! Bila padîşah min bibe odeyên xwe. Emê bi te re şa û kêfxweş bibin. Emê ji şerabê zêdetir, Hezkirina te bi bîr bînin. Heqê wan heye ji te hez bikin.
Di nav darên daristanê de dara sêvê çawa be, Di nav xortan de evîndarê min wisa ye. Ez li ber siya wî rûniştim, çi xweş bû, Tehma fêkiyê wî li ser devê min şîrîn bû.
Ez ketim bexçeyê xwe, dotmama min, bûka delal! Min mûra xwe da hev bi biharata xwe, Min şana xwe, tevî hingivê xwe xwar. Min şeraba xwe, tevî şîrê xwe vexwar. Hevalno bixwin, vexwin! Ji hezkirinê kêfxweş bin, evîndarno!
Ev kerem ji min re hat dayîn, da ku ez ji bo miletan xizmetkarê Mesîh Îsa bim, yanî ez ji bo Mizgîniya Xwedê karê kahîntiyê dikim, da ku milet bibin pêşkêşeke bi Ruhê Pîroz pîrozbûyî û meqbûl.
Hûn jî wek kevirên zindî ji bo xaniyekî ruhanî tên avakirin, da ku hûn bibin kahînên pîroz û bi destê Îsa Mesîh goriyên ruhanî yên ku li Xwedê xweş tên, pêşkêş bikin.