5 Ya keçên Orşelîmê! Ez bi xezalên mê, Bi pezkoviyên mê, Bi we sond didim xwarin, Hezkirinê hişyar nekin û ranekin, Heta ew bixwaze.
Ez reşik im, lê xweşik im. Ya keçên Orşelîmê, Mîna konên Qêdarê, Mîna perdeyên konê Silêman im.
Bila destê wî yê çepê di bin serê min de be, Bi destê rastê jî min hembêz bike.
Ya keçên Orşelîmê! Ez bi xezalên mê, Bi pezkoviyên mê, Bi we sond didim xwarin, Hezkirinê hişyar nekin û ranekin, Heta ew bixwaze.
Evîndarê min wekî xezal û karê pezkoviyan e. Binêrin, li pişt dîwarê me disekine, Ji pencereyan li hundir dinêre, Ji qefesan temaşe dike.
Ya keçên Orşelîmê! Ez sond bi we didim xwarin, Heke we evîndarê min dît, Jê re bêjin, ez nexweşê hezkirinê me.
Ya keçên Orşelîmê! Ez bi we sond didim xwarin, Hezkirinê hişyar nekin û ranekin, Heta ew bixwaze.
Ya birca keriyê pêz! Ya bilindciyê Siyona keç! Tê bigihîjî serweriya xwe ya berê. Ya Orşelîma keç, tê dîsa padîşahiya xwe bi dest bixî.