Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Helbesta Helbestan 2:7 - Kurmanji Încîl

7 Ya keçên Orşelîmê! Ez bi xezalên mê, Bi pezkoviyên mê, Bi we sond didim xwarin, Hezkirinê hişyar nekin û ranekin, Heta ew bixwaze.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Helbesta Helbestan 2:7
15 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

“Neftelî xezaleke azad e, Karikên xweşik tîne.


Wî ling dan min wek lingên xezalan, Ez li jor parastim, li bendavan.


Wekî xezaleke delal, wekî karxezaleke nazdar be. Bila pêsîrên wê hergav te têr bikin, Bi evîna wê hergav sermest be.


Wekî xezala di destê nêçîrvan de, Wekî çivîka di destê kewgir de xwe rizgar bike.


Ez reşik im, lê xweşik im. Ya keçên Orşelîmê, Mîna konên Qêdarê, Mîna perdeyên konê Silêman im.


Gava dinya hênik bû, sî dirêj bûn, Delalê min, bibe wekî xezal û were! Mîna karê pezkoviyên li ser çiya û zinaran vegere!


Evîndarê min wekî xezal û karê pezkoviyan e. Binêrin, li pişt dîwarê me disekine, Ji pencereyan li hundir dinêre, Ji qefesan temaşe dike.


Ya keçên Orşelîmê! Ez bi xezalên mê, Bi pezkoviyên mê, Bi we sond didim xwarin, Hezkirinê hişyar nekin û ranekin, Heta ew bixwaze.


Devê wî gelek şîrîn e, Her dera wî xweş e. Wisa ye evîndarê min, Wisa ye hevalê min, Ya keçikên Orşelîmê.


Delalê min, bibe wekî xezal û bilezîne! Mîna karê pezkoviyên li ser çiyayên bêhnxweş were!


Ya keçên Orşelîmê! Ez bi we sond didim xwarin, Hezkirinê hişyar nekin û ranekin, Heta ew bixwaze.


Reb Xudan hêza min e. Ew lingên min dike wekî lingên xezalan, Min li bilindciyan digerîne. Ji bo serkarê sazbend û stranbêjan, bi sazan.


Lê Îsa tu tişt negot. Serokkahîn ji wî re got: «Ez te bi navê wî Xwedayê jîndar didim sondê, eger tu Kurê Xwedê Mesîh bî, ji me re bêje.»


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ