3 Di nav darên daristanê de dara sêvê çawa be, Di nav xortan de evîndarê min wisa ye. Ez li ber siya wî rûniştim, çi xweş bû, Tehma fêkiyê wî li ser devê min şîrîn bû.
Hişyar be, bayê bakur! Tu jî were, bayê başûr! Bi ser bexçeyê min de were Ku bêhna wî ya xweş bifûre. Bila evîndarê min were bexçe Û ji fêkiyên wî yên xweş bixwe.
Ev kî ye ji çolê tê? Ev kî ye xwe spartiye evîndarê xwe? Min li bin dara sêvê tu hişyar kirî, Li wir diya te êşa te kişand, Li wir jina ku te anî dinyayê êş kişand.
Çimkî tu bûyî keleha belengazan, Keleha hejarên tengasiyê dikişîne. Gava hilma zilamên zordar Wekî taviya li dîwar dixe rabû, Tu li dijî taviyê bûyî sitargeh, Li dijî germê bûyî sî.
Wê her yekî ji wan Wekî dereke mirov xwe ji bayê vedişêre, Wekî sitara taviyê, Wekî coyên avê yên dera ziwa, Wekî siya zinarê bilind Li dera westayiyan be.
Em çavên xwe bidin ser pêşeng û temamkarê baweriya xwe Îsa. Wî ji bo şahiya ku li ber wî bû, xaç ragirt ser xwe û şermî bi tiştekî hesab nekir û li milê Xwedê yê rastê rûnişt.
“Dirîreşkê ji daran re got: ‘Heke hûn bi rastî min wekî padîşah kifş dikin, werin xwe bispêrin siya min. An na, bila agir ji dirîreşkê derkeve, darên sedrê yên Lubnanê daqurtîne.’